“Civaka navnetewî hevkarê sûcên dewleta Tirk e”

Welatiyên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku bikaranîna çekên kîmyawî sûc e û divê Tirkiye were darzandin. 

Welatiyê bi navê Selah Germiyan dibêje:

“Civaka navnetewî jî hevkarê sucên dewleta Tirk e, ji ber ku çavê xwe li wan sucan digre.

Divê pêngavek dijî sûcênTirkiyê li seranserê cîhanê destpê bike. Em bêdengiya wan şermezar dikin.”

Welatiya bi navê Nîgar Umer jî anî ziman ku bikaranîna çekên Kîmyewî di aliyê yasayî de sûc e û got:

”Dema dewletek ev çek bikarbîne divê were şermezarkirin û li hember wê helwestek were nîşandan.

Divê dewleta Tirk li ser van sûcên wî ku li ser xaka Kurdistanê dike bê darizandin.”

Back to top button