Şêx Mihemed Xêr: Êrişên Tirkiyê nayên qebûlkirin

Nivîsgeha Ewqafê ya Meclisa Girê Spî Mihemed Xêr El-‎Ehmed êrişên Tirkiyê li dijî ‎perestgehan şermezar kir.

Mihemed Xêr El-‎Ehmed, hedefgirtina mizgefta gundê El-Tirwaziyê yê Silokê şermezar kir û ev tişt anî ziman:

”Tirkiyê di êrişên xwe yên li dijî herêmê de mirov ‎û bingehên jiyanê dike hedef.‎ Ew dixwaze tevliheviyê belav bike.

Şêx Mihemed Xêr anî ziman ku êrişên dewleta Tirk di tevahî olan de nayên qebûlkirin û wiha bi dawî kir:

”Di tevahî ol, qanûn, adet û heta şeran ‎de hedefgirtina perestgehan nayê qebûlkirin, ji ber ku pîroz in.

Divê cîhan li hember van sûcên Tirkiyê bêdeng nemîne.”

Back to top button