Rêxistina Efûyê ya Navnetewî: Rêjîma Îranê girtîgeh veguherandine cihên mirinê

Rêxistina Efûyyê ya Navnetewî derbarê rewşa girtîgehên rêjîma Îranê de daxuyanî da.Rêxistinê got: Girtîgehên Îranê ji bo girtiyên nexweş veguherîne cihên mirinê..

Cîgira Rêveberê Rêxistina Efûya Navnetewî ya Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Diyana El-Tehawî diyar kir ku Paşguhkirina hovane ya jiyana mirovan a ji aliyê Rêjîma Îranê ve, girtîgeh veguherandiye odeyên mirinê.

Di rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî de tê gotin: “Sedemên mirina 92 mêr û 4 jin di girtîgehan de ku ji Çileya 2020’an û vir ve li 30 girtîgehên li 18 parêzgehên welat qewimîne, tên lêkolînkirin.

Ji 96 girtiyên ku dosyeyên wan hatine lêkolînkirin,64 kes li girtîgehê mirine. ”

Her wiha hat gotin ku krîza bêcezakirinê ya sîstematîk a li Îranê cesaretê dide rayedarên girtîgehê ku xizmetên tendirustî pêşkeşî girtiyan nekin..

Back to top button