Komîteya Peymana Civakî û Meclisa Rêveber civiyan

Endamên Komîteya Avakirina Peymana Civakî, ji bo nîqaşkirina rêgezên reşnivîsa peymanê, bi endamên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser re civiyan. Li Minbicê jî ji bo nîqaşkirina peymanê, civînek hat lidarxistin.

Civîn li Navenda Rêveberiya Xweser a li Reqayê hat lidarxistin û tê de, bendên reşnivîsa peymana civakî hatin nîqaşkirin.

Di vê çaroveyê de, li bajarê Minbicê jî civînek berfireh hat lidarxistin.

Di civînê de reşnivîsa peymanê ji nûnerên partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Sivîl a Minbicê re hate şîrovekirin.

Tê payîn ku ji bo nîqaşkrina bendên reşnivîsa peymanê, civînên din bi saziyên Rêveberiya Xweser, meclisên bajarok û bajaran re bên lidarxistin.

Reşnivîsa ku bi awayekî fermî nehatiye ragihandin, ji girîngtirîn destkeftiyên Rêveberiya Xweser e, ji ber ku li ser bingeha destûra herêmê hat avakirin, maf û erkên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedihewîne.

Li gorî Komîteya Sazkirina Peymana Civakî, di nava 3 mehan de, dê peyman bi awayekî fermî were ragihandin.

Back to top button