Hêzên Rizgariya Efrînê li gundê Basilê derbên xurt li artêşa Tirk dan

Li Efrîna dagirkirî û nevçeyên wê, artêşa Tirk û çeteyên xwe rojên xwe di nava tirsê de derbas dikin.
Hêzên Rizgariya Efrînê beriya 2 rojan li gundê Basilê yê Efrînê derbek xurt li artêşa Tirk û çeteyên wê xist.
Di encamê de, 20 leşker û çeteyên dewleta Tirk a qirker hatin kuştin.
HRE ragihand ku 5 şervanên wan jî şehîd bûne.

Şervanên di çalakiyê de, yên Hêzên Rizgariya Efrînê HRE ne.

Herî dawî Hêzên Rizgariyê bi çakiya fedayiyane ya 30’ê Çile li gundê Basilê ya Şêrewaya Efrînê derbek xurt li dagikeran da.

Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê HRE li ser hesabê xwe yê Telegramê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kir:

Di encama vê çalakiyê de 12 leşkerên artêşa Tirk û 8 çete hatin kuştin.

8 leşker û 17 çete jî birîndar bûn.

Di vê çalakiyê de doçkayek, çeperek çekên giran û 2 kamerayên mobese hatin bêkêrkirin.

Her wiha 18 çeper jî hatin rûxandin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di vê çalakiyê de 5 şervanên hêzên rizgariyê şehîd bûne.

Fermandariya HRE’yê ji bo şahadeta şervanan wiha got:

“Rêhevalên me bi awayekî fedaiyane çûn ser dijmin, bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.”

Hate ragihandin ku wê nasnameya şervanan piştre bi raya giştî re were parvekirin.

Back to top button