Encama kampanyaya îmzeyan wê 7’ê nîsanê were eşkerekerin

Dihat payîn ku îro Encama kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan bihata dayîn.
Lê ji ber çalakiyên zêde û pîrozbahiyan, Înîsiyatîfê Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ragihand ku ewê 7’ê Nîsanê encamê eşkere bikin.

Kampanyaya îmzeyan 9’ê Sibata 2024’an ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibû destpêkirin.

Beriya niha hatibû gotin ku wê kampanya 4’ê Nîsanê bi daxuyaniyekê were bidawîkirin.

Lê roja eşkerekirina encaman hat guhertin.

Li gorî agahiyên Înîsiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, daxuyaniya encamê wê 7’ê Nîsanê were dayîn.

Endamên înîsiyatîfê diyar kirin ku îro (4’ê Nîsanê) li gelek deveran şahiyên pîrozbahiya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hebûn, lewma wana guncav dîtiye ku daxuyaniyê taloq bikin.

Li Minbicê xebatên komkirina îmzeyan bi dawî bû

Back to top button