Komploya bi navê “Doza Kobanê” ya li dijî siyasetmedarên Kurd

Doza Kobanê ya ku li dijî siyasetmedarên Kurd weke komployekê hatiye hûnandin li Enqerê didome.
Bi dehan siyasetmedarên ku li dijî DAIŞ’ê piştgiriya berxwedana Kobanê kirine, di vê dozê de tên darizandin.
Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê xwestin ev doz bê bi dawîkirin û girtiyên siyasî hemû bên berdan.

Rûniştana 40. ya Doza Kobanê careke din li girtîgeha navçeya Sîncanê ya girêdayî bajarê Enqerê a Tirkiyê destpêkir.

Di vê dozê de bi dehan siyasetmedarên kurd bi hêceta ku piştgirî dane berxwedana Kobanê ya li dijî êrişên DAIŞ’ê tên darizandin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirkhan û Tulay Hatimogûllari li ber eywana rûniştinê ya girtîgehê, daxuyanî dan.

Tuncer Bakirkhan: Di doza Kobanê de têkoşîna gelê Kurd tê darizandin

Tuncer Bakirkhan diyar kir Doza Kobanê ji destpêkê de heta îro dozeke bi dek û dolabe û wiha got;

“Di vê dozê de siyaseta demokratîk tê darizandin. Ked û têkoşîna gelê kurd tê darizandin.

Şermezarkirin û dijderketina barbariya DAIŞ’ê ku bûye bela serê Rojhilata Navîn, Sûriyê, Rojava îro li Tirkiyê bûye mijara darizandinê.

Tuncer Bakirkhan: Doza Kobanê siyasiye û bi fermana desthilatê pêk tê

Ev 7 sal in hevalên me tên darizandin.

Em carek din dibêjin ku ev dozek siyasî ye û bi fermana desthilatdariyê pêk tê. Em dixwazin tavilê hevalên me bên berdan.”

Bakirhan diyar kir ew ê bi siyaset û têkoşîna xwe van dozan pûç bikin.

Tulay Hatimogûllari: Divê doza Kobanê bi dawî bibe û hevalên me bên berdan

Hevseroka Giştî Tulay Hatimogûllari jî destnîşan kir ku Kobanê berxwedana gelê kurd û dostên wan bûn û wiha got;

“Kurdan xeteriya DAIŞ’ê asteng kir. Lê îro şermezarkirina DAIŞ’ê bûye sedema darizandina siyasetmedarên kurd û demokratîk.

Niha rabûne bi dozên siyasî dixwazin heyf û tola DAIŞ’ê bistînin.

Yên ku Salih Muslim anîn Enqerê û ew bi fermî pêşwazî kirin, ev desthilat û serokkomar bû. Lê îro bi meseleya Rojava hevalên me dadgeh dikin.”

Tûlay da zanîn ew vê dozê qebûl nakin, ew ê xwedî li hevalên xwe derkevin û xwest tavilê hemû siyasetmedar bên berdan.

Back to top button