Çalakvana Iraqî Buşra Akilî teqez kir ku konferansa jinan a herêmî derfet daye jinên 12 dewletan ku sûdê ji ezmûnên hev bigrin û li dijî hemû krîzan û sîstemên kapîtalîst rewşa xwe bi pêş bixin. Her wiha Bushra da zanîn ku jinên Êzidî xwedî ezmûna xweparastinê ne.
Çalakvan û seroka rêxistina Balansa Jinan a xurtkirina jinan û ciwanan li parêzgeha Zîqar ê Iraqê Buşra Al-Akilî der barê beşdariya konferansa salane ya herêmî ya jinan de axivî.
Bushra anî ziman ku ew tevli konferansyê bûye ji bo dengê jinan bigihîjîne hemû cîhanê û got:
Divê jin tevlî çalakiyên çandî û hişyariyê bibin ji bo li xwe xwedî derkevin û mafên xwe bizanibin û bigihîjin asta pêşengiya civak û malbatê.
Der barê ezmûna jinên Êzidî li Şengalê û derbaskirina krîzan de, Bushra wiha dibêje:
Jinên Êzidî xwedî ezmûneke girîng in di warê xweparastina cewherî de.
Tevî hemû zordarî, îşkence, zext û kuştinê jî teslîm nebûn.
Ji ber ku jinên Êzidî xwedî vîn û hêzeke mezin in. Berê xwe dan çiya çek hildan ji bo parastina xwe û axa xwe şer kirin.
Bushra weke rojnameger beşdarî du konferansên li Şengalê bûye û hevdîtinê bi gelek jinên Êzdî re kiriye, têkildarî vê yekê wiha anî ziman:
Jinên Şengalê ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan bi bandor bûne.
Jinên ku pirtûk û parêznameyên Rêber Ocalan xwendine xwedî çand û kesayeteke bi hêz in.
Ew maf û erkên xwe baş dizanin, lewre dikaribûn li dijî DAIŞ’ê bi ser kevin.
Lewre ez zêdetir li ser jinan û parastina wan û dozên wan dinivîsînim.
Bushra Akilî li ser konferansyê jî got:
Di konferansa jinan de gelek jinên ciwan di nava tîmên xwebexş de kar dikirin.
Piraniya wan ji bajarê Şengalê bûn. Rola jinan di civakê de mezin e û bê azadiya wan civak jî azad nabe.
Ez hêvî dikim gelek konferans, forum û hevdîtinên jinan li dar bikevin ji bo sûdê ji ezmûnên jinên ji hemû cîhanê bigrin.