2 Dayikên aştiyê di qezayekê de jiyana xwe ji dest dan

Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Ozçelîk û kurê wê Cihan Ozçelik dema ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê çûn Wanê, qeza kirin û jiyana xwe ji dest dan

Li Colemêrg û navçeyên wê Dayikên Aştiyê jî di nav de 23 kes di 15’ê Tebaxê de di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin.

Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Ozçelîk ên di dema avêtina ser malan de ne li mal bûn, ji bo îfadeyê tevî parêzerên xwe Erdal Safali û Cîhan Ozçelîk çûn Wanê.

Lê ji ber ku dozger ne li cihê xwe bû, vegeriyan Geverê.

Di vegerê de li ser rêya Gever-Wanê qeza kirin.

Dayîka du şehîdan li gel kurê xwe jiyana xwe ji dest da

Her 2 Dayikên Aştiyê û parêzer Cîhan Ozçelîk jiyana xwe ji dest dan, Parêzer Erdal Safali jî rakirin nexweşxaneyê.

Adalet Safali li gundê Memkavayê hat definkirin.

Perîşan Ozçelîk berî niha keça wê gerillaya YJA Starê li Geverê, kurê wê gerilayê HPG’ê Kajîn jî li Nisibînê di navbera du mehan de şehîd bibûn.

Her dû leheng li kêleka hev hatin veşartin.

Bavê wan her dû şehîdan ku ne karî êşa zarokên xwe rake, bi kriza dil jiyana xwe ji dest da bû.

Tenê kurê malê Cihan mabû, ew jî duh li gel dayîka xwe di qezayê de jiyana xwe ji dest da.

Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Ozçelîk jî li gundê Yarinşahê hatin definkirin.

Back to top button