HPG’ê encama operasyona şoreşgerî eşkere kir

12’ê mehê li Zapê gerîlayan derbên xurt li artêşa Tirk a qirker dan.
HPG’ê diyar kir di operasyona şoreşgerî de 61 leşkerên dagirker hatine kuştin û gerîla çûne ser cenazeyên 20 dagirkeran.
Her wiha hate gotin, gelek çekên dagirkeran jî hatine desteserkirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê êvara 12’ê Çile li herêma Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralûk pêk anîn.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyonê daxuyanî da.

HPG: Operasyona şoreşgerî rejima faşîst a AKP-MHP’ê hejand

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku derbeke giran li artêşa Tirk ya dagirker hate xistin û rejima faşîst ya AKP-MHP’ê hejand.

“Medya şerê taybet ya rejima faşîst a AKP-MHP’ê ji bo derba giran ya ku li wan hate xistin û rastiya şer veşêre hejmara kuştiyên xwe veşartin. Dîsa bi bombebaranên bê ser û ber yên hewayî û bejahî îdia kirin ku hêzên me gelek windahî dane. Lê ev îdiayên rejima faşîst û artêşa Tirk bi temamî derewin.”

HPG’ê dazanîn ku di dema operasyona şoreşgerî û rojên piştî wê de tenê hevrêyên wan Serxwebûn û Rizgar bi lehengî şer kirin şehîd bûn e.

HPG: Di operasyona şoreşgerî de 2 hevrêyên me şehîd bûn

HPG’ê diyar kir ku wê di nava rojên pêş de, nasnameya herdu cangoriyan bi raya girştî re parve bikin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî encamên operasyona şoreşgerî û êrişên artêşa Tirk de ev agahî parve kir;

HPG: Di operasyona şoreşgerî de 61 dagirker hatin kuştin

“Li Hêrêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 12’ê Çile li Girê Amediyê li dijî dagirkeran Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralûk hate kirin.

Operasyona ku bi temamî di însîyatîfa hêzên me de pêk hat, bi awayekî hemwext li hemû dagirkerên li ser Girê Amediyê hate xistin.

Baskên operasyonê çûn ser cenazeyên 20 dagirkeran û ev yek qeyd û belge kirin.

Di encama vê operasyona şoreşgerî de 61 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û 4 jî birîndar bûn.

Di operasyonê de hejmareke zêde cihên jiyanî, çeper, cebilxane, kamerayên şopandinê û termalê, jeneretor, pergalên radarê, bombeavêj, çekên giran, telefon hatin şewitandin û îmhakirin.

13’ê Cotmehê jî li Girê Amediyê li hêzên dagirker hate xistin û di vê çalakiyê de jî dagirkerek hate cezakirin.”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku roja 12 û 13’ê Çile artêşa Tirk a dagirker herêmên Garê, Xakurkê, Lolanê, Xinêrê, Zapê, Metîna û Qendîl gelek caran bi balafirên şer bombebarankirin.

Hat diyar kirin di van êrişan de gerîla tu windahî nedane.

Dewleta Tirk a ji gerîla derbê dixwe êrişên qirkirinê didomîne

Back to top button