Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê: Êrişên Tirkiyê vîna me têk nabe

Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM’ê bi daxuyaniyên cûda êrişên dagirkeriya tirkiyê ên li ser herêmê şermezar kirin
Aliyan teqezkirin ku ev êrişên dagirkeriya Tirk vîna wan naşkîne û bang li pêkhateyên herêmê kirin ku li hember van êrişan hevgirtina xwe xurt bikin.

Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyeke êrişên dagirkeriya tirkiyê şermezar kir.

Meclisê armancgirtina binesaziya herêmê ji aliyê dagirkeriya tirk ve wek sûcê şer pênasekir û got:

“Ji ber van êrişan saziyên ku xizmeta enerjî çandinî û av pêşkêşî tevahiya herêmê dikin ji xizmetê derketin.

Dewleta tirk bi van êrîşên hovane hemû pîvan û qanûnên navdewletî binpê dike.

Armanca Tirkiyê ji van êrîşan ew e ku aramiya herêmê û projeya wê ya demokratîk têk bibe.”

Meclisê diyar kir ku ev êriş vîna gelê herêmê têk nabe û ev bang kir:

“Em bang li gelê xwe dikin ku sîstema xweparastinê pêş bixin.

Bi yekitiya pêkhateyên herêmê, hevgirtin û îradeya wan, plan û şerên qirkirinê yên sîstematîk wê têk biçin û îradeya gelan û projeya demokratîk wê bi ser bikevin.”

TEV-DEM`ê banga xurtkirina hevgirtinê li hember êrişan kir

Ji bo heman mijarê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî daxuyaniyek da..

TEV-DEM di daxuyaniyê de wiha got:

“Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên perwerdeyê, tenduristiyê û navendên petrolê didomîne.

Armanca wan ji van êrîşan jî, tunekirina hêmanên jiyanê û astengkirina pergala demokratîk a li herêmê ye.”

Tevgerê êrişên dewleta Tirk a dagirker û durutiya Meclisa Ewlehiyê ya NY, saziyên navneteweyî şermezar kir ku li hember êrîş û sûcên dewleta Tirk bêdeng in.

Di dawiya daxuyaniyê de, Tevgera Civaka Demokratîk bang li pêkhateyên herêmê û hemû hêz û rêxistinan kir ku li hember van êrîşan hevgirtin û berxwedanê xurt bikin.

Eyn Îsa – Dagikeriya Tirk bendeke kontrolê ya Asayîşê kir armanc

Back to top button