Ji ber bagera Phanfone ya li Fîlîpînê 28 kesan jiyana xwe ji dest da

Hat diyarkirin ku ji ber bagera Phanfone ya li Fîlîpînê ku di Noelê de dest pê kiribû, herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest da.

Rayedarên Filîbînê bîlançoya bagerê eşkere kir û dan xuyakirin ku di encamê de 28 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Berdevkê Saziya Rêveberiya Bobelatan Mark Tîmbal da zanîn ku di bagerê de 12 kes winda bûne û dibe ku ziyan girantir bin.

Li Filîpînê, ji sedî 80’ê zêdetirî nifûsê Katolîk e, ji ber bagerê cejna Noelê ya bi deh hezaran kesî asteng bû.

Li qadên nêzî deryayê û li qadên ku rîsk lê heye, gelek kesan malên xwe terikandin û seferên balafir û keştiyan jî hatin rawestandin.

Li Filîpînê her sal bi giştî li derdora 20 bagerên tropîkal çêdibin.

Leave a Reply

Back to top button