KCD: Berpirsyarên komkujiya Roboskiy bi zanebûn nayên darizandin

Kongreya Civaka Demokratîk û Dîwana Hevserokatiya KCDK-E, 34 qûrbaniyên komkujiya Roboskiyê bibîranî û bang li hemû gelê Kurd kirin ku li her derê bi girseyî tevlî çalakiyên bîranînê bibin.
Tevgera Jinên Azad-TJA’yê destnîşankir ku berpirsyarê komkujiyê AKP ye û ew ê li dijî zilm û zordariya heyî têkoşîna xwe bidomînin.

Kongreya Civaka Demokratîk-KCD, bi minasebeta 8’emîn salvegera komkujiya Roboskî ku bi balafirên artêşa Tirk pêk hatibû û 19 jê zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn daxuyaniyek nivîskî da.

KCD diyarkir ku ev komkujî bi awayekî plankirî bi fermana Erdogan pêk hat û ji ber vê yekê tevî ku 8 sal derbas bûn berpirsyarên komkujiyê nayên darizandin.

KCD bang li gelê Kurd û raya giştî kir ku li her derî bi awayekî girseyî beşdarî çalakî û bîranînên salvegera komkujiya Roboskiyê bibin.

KCDK-E: EM ROBOSKÎYÊ JI BÎR NAKIN Û NADIN JIBÎRKIRIN

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku desthilatdariya AKP, ji bo vîna gelê Kurd bişkîne bi awayekî plankirî komkujiya Roboskî pêk anî.

KCK diyar kir ku bi van komkujiyan nikarin vîna gelê Kurd bişkînin û weha got:

“Em Komkujiya Roboskiyê û şehîdên Roboskiyê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Em bang li gelê Kurd û mirovahiya pêşverû dikin ku li dijî êrîşên topyekûn a desthilatdariya faşîst AKP û MHP berxwedanê xurt bikin. ”

TJA: BERPIRSYARÊ KOMKUJIYÊ DESTHILATDARIYA AKP YE

Tevgera Jinên Azad-TJA’yê jî bi heman armancê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku berpirsyarê komkujiyê desthilatdariya AKP’ê ye.

TJA’yê destnîşan kir ku dewleta Tirk li Til Rifetê ev komkujî dubare kir û anî ziman ku AKP bi hemû zilm û zordariya ku dike, dijminahiya xwe ya li dijî kurdan eşkere dike.

TJA’yê qûrbaniyên Roboskiyê bi rêzdarî bi bîr anî û anî ziman ku ew ê li dijî zilm û zordariya AKP’ê bi her awayî têbikoşin.

Leave a Reply

Back to top button