Li Rojhilata Navîn bi çekên Elman şer tê kirin

Îsal Almanya ji hemû salên derbasbûyî zêdetir çek firotin welatên ji derve.
Yek ji van dewletên ku herî zêde çek ji Elmanya kirî jî dewleta tirk a dagirker e.
Dewleta Tirk ku bi salan e çekên Elman li dijî kurdan bikartîne, di êrîşên dagirker yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de jî tankên Elman bikaranîn.

Di sala 2019’an de welatê ku herî zêde çek firot Elmanya ye.

Piştî destura ku ji aliyê hikumeta federal ve hate dayîn, Elmanya heta 15’ê Kanûnê bi bihayê 7 Milyar û 950 milyon euro çek firotin.

Li gorî 2015’an rêjeya firotina çekan ji sedî 65 zêde bûye.

Li gorî ajansa Nûçeyan a Elmanya (DPA) ku agahiyên xwe sipart bersiva wezîrê xezîneyê, Elmanya, herî zêde çek firotine Macerîstanê.

Lê belê piraniya welatên ku li Rojhilata Navîn di nav şer de ne, ji Elmanyayê çek kirîne.

Yek ji welatê ku herî zêde Elmanya çek difiroşe jî dewleta Tirk e.

Firotina Tankên Leopard 2 ji bo dewleta tirk û bikaranîna wan a di êrîşên li dijî gelê kurd yê li Bakûrê Sûrî de îsal rastî nerazîbûneke zêde hat.

Kurdên li Elmanya bi meş û xwepêşandanan li dijî vê yekê bertek nîşan dabûn.

 

Parlamentera Partiya Çep a Elman Sevîm Dagdelen ku bi esle xwe Kurd e jî li dijî vê nerazîbûn nîşan da û pêşniyara partiya xwe ya qedexeya firotin açekan ya ji bo derve, careke din dubera kir.

Berdevkê Polotîkayên bêçekkirinê yê Partiya Keskan Katja Keul jî anî ziman u ji bo polîtîkaya derve ya çekan, pêwistî heye ku zagoneke şopîner a nû were derxistin.

Leave a Reply

Back to top button