Xwendekarên Kobanê bi meşekî tecrîd şermezar kirin

Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirzgirêka Kurd re çareserî” dewam dike.
“Em şagirtên Rêber Apo ne” ev banga xwendekarên Kobanê bû.
Xwendekaran bi meşeke girseyî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a bajarê Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek li dar xist.

Bi sedan xwendekar beşdarî meşê bûn.

Xwendekarên ku beşdarî meş bûn, diyar kirin ew ê li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin û li dijî tecrîdê bisekinin.

Meş bi daxuyaniyekê bi dawî bû û tê de hate gotin:

“Mifteya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û li cîhanê bi giştî Rêber Apo ye.

Dewletên desthilatdar naxwazin çareserî pêk were, ji lewra roj bi roj tecrîdê giran dikin.

Em jî wekî şagirtên Rêber Apo dê her dem di nava çalakiyan de bin heta azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin…

Back to top button