Li gundewarên rojhilat û başûrê parêzgeha Hesekê, ji ber xirabûna şert û mercên aborî û bilindbûna buhayan, gelek xelk ber bi parêzgeh din ve koçber dibin.
Çavkaniyên herêmî ragihand ku gelek xelk ji deverên Til Birak, Til Hemîs, Hol û Şedadê ji bo xebatê ber bi Şamê ve çûne.
Hinekên din jî ji bo ku hewcedariyên xwe yên bingehîn peyda bikin, berê xwe dane parêzgeha Derayê da ku li zeviyên sebzeyan bixebitin.
Çavkaniyan dan zanîn ku xelkên li deverên di bin kontrola hikûmeta demkî de gelek êşê dikşînin.
Her weha ji ber kêmbûna xizmetguzariyan, nedayîna mûçeyan û kêmbûna sotemeniyê neçarî koçberiyê dibin.
Polîtîkayên hikumeta demkî û têkçûna xizmetên bingehîn bûne sedema zêdebûna rêjeya koçberiya navxweyî û koçberiya ji herêmê.



