Şirîketa Giştî ya Ava Vexwarinê ya Hesekê der barê ava stasyona Elokê de hişyariyek parve kir.
Şirîketê ji xelkê re got, ava stasyonê Elokê ji bo vexwarinê bi kar neyinin.
Ji ber berdana avê hîna di qonaxa ceribandinê de ye.
Şirîketê diyar kir ku ava ku niha ji stasyonê tê berdan di çarçoveya ceribandinê û got:
Ji nû ve berdana avê di toreyan de dibe ku bi awayekî demkî bibe sedema hin guhertinan.
Ev guhertin girêdayî qonaxa ji nû ve xebitandinê tore ye.
Ji bo vê yekê em bang li xelkê dikin ku heya xebata çeribandinê bi dawî nebe avê jê venexwin.
Şirîketê ragihand ku heya stasyona Elokê bi temamî bikeve xizmetê dê xelkê agahdar bike.



