Serokê Yekitiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî êrişên ser herêma Kurdistanê şermezar kir.
Bafil Talebanî diyar kir ku êrişên têne kirin binpêkirineke yasayî ya navneteweyî ye.
Bafil Celal Talebanî di peyama xwe de got, serweriya neteweya me hate binpêkirin û ev nayê qebûlkirin.
Berî her tiştî, pêşîniya me ya sereke ewlehî, aranş û parastina welatiyên me ye.
Em di vê dema dijwar de li kêleka birayên xwe yên li Hewlêrê radiwestin.
Bafil Talebanî: Êrişên têne kirin binpêkirineke yasayî ya navneteweyî ye
Êrişek li ser her yek ji me êrişek li ser me hemûyane.
Em ji her kesî dixwazin ku aram û hişyar bimînin; girêdayî bangên fermî yên dezgehên ewlehiyê bin.
Emê hemû bi berxwedan û cidîbûna xwe bi hev re bisekinin.”
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî êrişa rejîma Îranê ya li ser herêmê bi tundî şermezar kir û got:
“Ev êrişkar binpêkirineke cidî ya yasaya navneteweyî û tevliheviyeke neheqe.
Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin. Bi eşkere hedefgirtina neteweya me bi tevahî nayê qebûlkirin.
Em naxwazin alozî zêdetir bibin, lê divê xweragirtina me wekî kêmbûna wêrekî yan jî bêkêrhatî neyê şîrovekirin.
Herî dawî Talebanî banga rawestandina êrişan kir.



