Koma 9’an û dawîn a koçberên Efrînê, dê sibê vegerin malên xwe yên li Efrînê.
Koma koçberên Efrînê amadekariyan dike ku sibê ji bajarên Hesekê, Qamişlo û bajarên din ên herêma Cizîrê bi rê bikevin.
Ev veger beşek ji pêkanîna Peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de pêk tê.
Koma heştemîn ya ji nêzîkî hezar û 700 kesî pêk dihat, di 10’ê Hezîranê de ji bajarên Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê derketibûn.



