Ciwanên Şêranê banga azadiya Rêber Apo kirin

Çalakiyên piştgiriya Pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” zêde dibin.
Ciwanên navçeya Şêranê ya kantona Firatê di çarçoveya pêngavê de meşek li dar xist.
Ciwanan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

10′ Cotmeha sala 2023’an li 74 deverên cîhanê Pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hate lidarxistin.

Ji 7 salî heta 70’ê salî bi yek dengî ji bo azadiya Rêber Apo dengê xwe bilind dikin.

Bi heman daxwazê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê meşek li navçeya Şêranê ya kantona Firatê li dar xist.

Meşê li pêş dibistana Şêranê dest pê kir û li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê veguherî mîtîngê.

Hevseroka nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Şêranê Fatme Osman axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd hêvî ye.

Fatme got:

“Dê têkoşînê geş bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.”

Back to top button