Rûsya: Ukrayna hewl da li Rostov, Tula û Kalugayê êrîş bike

Rûsya da xuyakirin Ukrayna hewl daye êrîşî sê bajarên Rûsyayê bike, her wiha ji du balafirên bê mirov yek ji wan hatiye îmha kirin.
Li aliyê din Ukrayna jî ragihand Rûsya li dijî otelekî êrîş pêk aniye

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ukraynayê hewl daye bi balafireke bêmirov êrîşî herêma Rostov û herêmên Tula û Kaluga yên li nêzî Moskovayê bike.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li herêma Rostovê ji 2 balefirên bê mirov yek ji wan hat îmha kirin.

Ukrayna: Rûsya bi moşekan êrîşî harkîvê kir 11 kes birîndar bû

Hat diyarkirin ku li Harkîvê piraniya camên otêlekê teqiyane, eywanên qatên jor hilweşiyane, wesayîtên li ber avahiyê jî ji ber ketina keviran zirar dîtine.

Serokê Îdareya Leşkerî ya Herêma Harkîvê li Ukraynayê Oleg Sînegubov ragihand ku 2 moşekên Rûsyayê li oteleke navenda bajarê Harkîvê ketine û di encamê de 11 kes birîndar bûne ku yek ji wan giran e.

Sînegubov di daxuyaniya xwe ya bi rêya Telegramê da diyar kir ku êrîşa Rûsyayê ya li ser duyemîn bajarê herî mezin ê welêt bi mûşekên S-300 hatiye kirin.

Back to top button