HPG: Artêşa Tirk gelek windahî da û tarûmar bû

Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya hêzên noker yên herêmî 10’ê Sibatê li dijî harêma Garê ya Başûrê Kurdistanê tevgera dagirkeriyê da destpêkirin.
HPG’ê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayan artêşa Tirk a dagirker ji hev xistine û bi dehan dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya li ser Garê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir 10’ê Sibatê saet di 05:00 de di navbera gerîla û dagirkerên li qada Siyanê de şer dest pê kir û wiha got, ”

“Hêzên me derbên giran li dagirkeran xistin û di encamê de gelek dagirker cezakirin, gelek jî birîndar bûn. Dagirkerên ku derbeke giran xwarin, neçar man ku ji qada şer vekişin.”

HPG’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker danê nîvro bi balafirên şer 6 caran bombe li qada şer barandin û wiha dewam kir,

“Dijmin piştre xwest ku bi helîkopteran bombeyan li heman qadê bibarîne, lê belê bi destwerdana hêzên me re helîkopter neçar man ji herêmê biçin.”

HPG’ê da zanîn şerê li qada Siyanê ji 10’ê Sibatê ve dewam dike, diyar kir liv û tevgera balafirên keşfê û şer li ser herêma Garê jî didome û 11’ê Sibatê deverên Sêdarê, Nêranê, Museleka, Bilindbazê û Şikeftiyanê yên Garê bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

HPG’ê diyar kir ji 11’ê Sibatê ve li xeta Akrê-Siyanê û li qada Qela Seddam liv û tevgera helîkopterên Skorsky dewam dike.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, ”

“Hêzên dijmin hewl dan li xeta Ergenê û Siyanê bi cih bibin û li herêmê belav bibin. Xwest ku hêzên xwe li gelek qadên din ên Garê deyne, lê belê ev hewldana wan bi destwerdana hêzên me hate astengkirin. Êrişa artêşa Tirk a li ser Garê li pêşberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê têk çû û tarûmar bûn.”

HPG’ê bal kişande li ser daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk û got,

“Daxuyaniya Wezareta Parastinê a Tirk ya li ser êrişa li dijî Garê bi temamî xwe dispêre derewan. Bi berevajîkirina rastiyan hewl dide raya giştî bixapîne. Di şer de zêdeyî 30 kuştiyên artêşa Tirk çêbû. Hejmara şehîdên me bi qasî yên hatine ragihandin nîne, dema bê wê tevî navên wan ji raya giştî re bên eşkerekirin.”

HPG’ê têkildarî tevlîbûna hêzên PDK’ê li operasyona Garê jî diyar kir ku tespîteke wan nîne û da zanîn agahiyên di vî warî de rast nîne.

HPG’ê got, ”

“Lê belê helîkopter û hêzên artêşa Tirk a dagirker ên tevlî êrişa Garê bûn, ji Şirnexê çûn baregeha Başîkayê, ji wir jî derbasî nehiya Bakirman a navçeya Akrê bûn û ji wir jî hatin Garê. Helwesteke PDK’ê ya li hemberî vê rewşê nehate dîtin.”

Back to top button