Êrîş dagirkeriyê a dewleta Tirk ya li ser Garê bi daxuyaniyên cur be cur tê şermezar kirin.
Gelek rêxistin û partiyan daxuyanî dan, êrîşên dagirkeriyê bi tundî şermezar kirin û bang li herkesî kirin ku li hember van êrîşan helwesta xwe nîşan bidin û dakevin qadan.
Ji aliyê gelek rêxistin û partiyan ve êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Garê hat şermezar kirin.
Komîsyona Başûrê Kurdistanê ya KCDK-Ewrupayê derbarê êrîşan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Komîsyonê hevkariya PDK’ê ya bi desthilata faşîst a Tirkiyê şermezar kir û weha got:
Ev êriş û sûc encama zihniyetek dagirker, netwepereste û faşîste. Armanc jê tinekirina Kurdên azade.
Komîsyonê dawiyê bang li her kesê kir ku dijî êrişa metirsîdar ya dewleta Tirk ya li ser Gare, bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.
MOP: Divê gelên me li ber dagirkeriyê rabin
Partiya Azadî ya Mezopotamyayê (MOP) jî têkildarî êrişên dagirkeriyê yên li ser qada Garê daxuyaniyek weşand û got:
“Dewleta Tirk a qirker heman polîtîkaya qirkirinê ya li dijî neteweya Xiristiyan, îro di şexsê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de li dijî gelê Kurd, civakên Elewî û Êzidiyan li her qadê dimeşîne.
Êrişa li ser Garê êrişek li dijî gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî ye.
Ev êrişa dagirkeriyê bi piştgiriya Kurdên hevkar tê kirin..”
MOP’ê bang li gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî kir ku li dijî dewleta Tirk a qirker û hevkarên wan têbikoşin.
TCŞ Û TÊKO-JIN: Divê ciwanên Kurd li her derê çalakiyan bikin
Jinên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ên li Ewropayê têkildarî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk daxuyaniyek da.
Hate ragihandin ku ciwanên Kurdistanê wê li dijî van êrişan û xeta xiyanetê helwesta nîşan bidin.
Tevgeran bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kir ku li dijî faşîzm, tecrîd û dagirkeriyê çalakiyan bikin û 13’ê Sibatê li Freîbûrgê dakevin qadan.