QSD’ê li Rojhilatê Dêrazorê 9 çete girtin

QSD`ê di encama du operasyonan de li rojhilatê Dêrazorê 9 çete girtin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD ragihand ku hêzên QSD’ê tevî hêzên Koalîsyona Navneteweyî di 10 û 11`ê Sibatê de li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, du operasyonên ewlehiyê pêk anîn.

Li gorî navendê, di operasyona 10`ê Sibatê de 8 çete hatin girtin û çeteyeke din di operasyona 11`ê Sibatê de hate girtin.

Navendê piştrast kir ku di her du operasyonan de miqdareke çek, cebilxane û cîhazên peywendiyê hatin desteserkirin.

Di 8’ê sibatê jî, QSD`ê 2 berpirsên veguhestina çeteyên DAIŞ`ê di navbera Sûriyê û Iraqê de girtibûn.

QSD`ê di 7’ê sibatê de jî bi opersayonekê li gundewarê Hesekê qaçaqçiyekî ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê derdixist, girtibû.

Back to top button