Li Eakurê Efxanistanê erdhej pêk hat

Navenda Sîsmolojiyê ya Derya Spî ragihand ku li devera Hîndîkuş ya parêzgeha Badaxşan ya Efganistanê di kurahiya 201 km de bi pileya 6.3 erdhej çêbû.

Erdhej li paytext Kabîlê û herêmên bakurê Efxanistanê û li welatên cîran Ozbekistan, Tacîkistan û Pakistanê hat hîskirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Sîsmolojiyê ya Behra Spî ya Ewropayê (EMSC) ve hat dayîn de erdhejeke bi lerza 6,2’an ku navenda wê li herêma Hîndû Kuş a Afganîstanê ye pêk hat.

EMSC ragihand ku erdhej 201 km di bin erdê de pêk hatiye.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) agahî parve kir ku mezinahiya erdheja ku li gor saeta herêmî di saet 13.50an da pêk hat 6,4 e û navenda erdhejê navçeya Curmê ya eyaleta Bedaxşanê ya li bakurê welêt e.

Derbarê wê yekê de ku piştî karesata xwezayî ziyanek canî çêbûye yan na, heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Back to top button