DEWRIYEYA HEVBEŞ YA AMERÎKÎ-TIRKÎ LI HERÊMA SERÊ KANIYÊ GERIYAN

Hêzên Amerîka û dewleta Tirkiyê di çarçoveya lihevkirina mekanîzmeya ewlehiya sînor de dewriyeyeke hevbeş ê helîkopteran li ser sînorê herêma Serêkaniyê gerandin.

li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin girtin, 4 helîkopter (2 yên hêzên Amerîka û 2 yên dewleta Tirk ) di çarçoveya pêkanîna mekanîzmeya ewlehiya sînor de li asîmanê xeta sînor a herêma Serêkaniyê geriyan.

Ev dewriyeyên asîmanî jî di çarçoveya şopandina gavên ku divê li ser erdê li gorî lihevkirinê pêk weren de hatine gerandin.

Leave a Reply

Back to top button