Meclisa Malbatên Şehîdan ya Efrîn-Şehba êriş şermezar kirin

Li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker yên li ser herêmê û taybet ya doh li Dêrikê pêk hatî xelkê herêmê bi hêrs in û di nava çalakiyan de ne.
Meclisên Malbatên Şehîdan li gelek deverên herêmê daxuyanî dan û êriş şermezar kirin.

Meclisa Giştî ya Malbatên Şehîdan a Efrîn – Şehbayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk li dijî Dêrikê şermezar kir.

Meclisê bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku bi erkên xwe rabin û destketiyên zarokên xwe biparêzin.

Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî êrişên hovane yên li dijî Dêrikê bi tundî şermezar kir.

Meclisê diyar kir ku armaca dagirkeriya Tirk ji van êrişan têkbirina îradeya gelê herêmê û wiha got:

“Vîna vî gelî ji pola ye û qet nayê şikenandin, bi her awayî em li rex hêzên xwe bisekinin û xaka xwe ji dagirkeriyeke nû biparêzin.”

Meclisê bêdengiya li hember van êrişan şermezar kir û ev tişt anî ziman:

“Ev êriş aramî, ewlehî û îstîqrara li herêmê xirab dike û rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vedike.

Divê êdî dewletên navnetewî û saziyên mafên mirovan bi erkên xwe rabin û van êrişan wekî sûcên şer bibînin.”

‘Ev êriş dewama komployên dewleta Osmanî ne’

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê jî daxuyaniyek da û wiha got:

“Êrişên dewleta Tirk berdewama komployên dijminane yên dewleta Osmanî yên li dijî gelê herêmê ne.”

Back to top button