Delegasyona Navneteweyî bi rêxistinên çapemeniyê re hevdîtin kir

Endamên Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê serdanên xwe yên li Amedê didomînin.
Şande îro jî bi Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) re hevdîtin kir.
Piştre jî şande ji bo şopandina danişîna doza Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû derbasî Edliyeya Amedê bû.
Di doza Dîcle Muftuoglû de dadgehê biryara serbestberdana wê da.

Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê, di çarçoveya hewldanên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo de çû Tirkiyê.

Delegasyona Hiqûqnasan piştî Stenbolê doh li Amedê bû.

Şandeya ku duh serdana gelek saziyên civakî û partiyên siyasî kirî, îro jî bi Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) re hevdîtin kir.

“Sedema zextên li ser rojnamevana neçareserkirina pirskirêka Kurde”

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan têkildarî xebatên komeleyê agahî bi delegasyonê re parve kir.

Altan, da zanîn ku ew têkildarî pirsgirêkên rojnameger dijîn xebatan dimeşînin û wiha got:

“Li Tirkiyê zextên li ser çapemeniyê gelekî zêdeye, sedema vê jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e.

Ev pirsgirêkên bandorê li ser azadiya fikr û raman jî dike.

Divê em van rastiya bêjin, dema em rastiyan parve dikin jî em rastî tundiyê tên.

Lê tevî her cureyên zextê jî çapemeniya azad xwe li ser pêyan digire û dinivîse.”

Piştre jî Altan rapora binpêkirina mafan a salekê ya komeleya wan amade kirî radestî şandeyê kir.

Delegasyonê danişîna doza hevseroka DFG’ê li Edliya Amedê şopand

Piştre jî şande ji bo şopandina danişîna doza Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû derbasî Edliyeya Amedê bû.

Dîcle Muftuoglû 29’ê nîsana 2023’yan di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin.

Piştre jî bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatibû girtin.

Îro careke din doza wê hate lidarxistin.

Parêzerên Muftuoglû û gelek rêxistinên cûda di danişînê de amade bûn.

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû hate berdan

Di danişînê de dozger xwest rewşa girtî ya rojnameger Muftuoglû bidome.

Lê dadgehê biryara serbestberdana wê da.

Delegasyona Navneteweyî serdana çalakvanên Nobeta Edaletê kir

Back to top button