Li Silêmaniyê şêwra jinên Kurd pêk tê

Komîsyona Jinan a KNK’ê û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê li Silêmaniyê li ser rewşa jinên Kurd şêwrekê li dar dixe.

Şêwre bi amadebûna jinên her çar parçeyên Kurdistanê û bi slogana “Qirkirina jinan bi dawî bikin” pêk tê.

Destpêka şêwrê pêşangehek ku wêneyên jinên ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin, hate vekirin.

Derbarê wekheviya zayendî, pîvanên derbarê erk, maf û azadiya jinan de jî belavok li ser beşdarvanan hatin belavkirin.

Wê di şêwirê de 2 panel werin dayîn.

Dê mijarên panela yekê “Tundiya li jinan, girtina jinan a ji ber desthilatdariya siyasî, bandora qanûn û çandê li jinan” be.

Di panela duyemîn de jî wê “Rewşa jinan a di bin desthilatdariya dagirker de û rewşa jinên Êzidî” bê nirxandin.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê aktivîst, parlamenterên jin wê tevlî şêwirê bibin û mijarên xwe pêşkêş bikin.

Back to top button