Xeteriya DAIŞ’ê hê jî bi dawî nebûye..
Piştî êrişa dawî ya li dijî girtîgehaa Sînaa ya li Xiwêran metirsî zêdetir bû.
Ji wê rojê ve hêzên Asayîşê û QSD’ê di nava tevgerê de ne.
Di çarçoveya têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê de li başûrê Hesekê operasyon hat destpêkirin.
Hêzên Asayîşê û QSD’ê li dijî şaneyên DAIŞ’ê, li başûrê Hesekê operasyonek da destpêkirin.
Operasyon doh derengiya şevê ji bajarokê Hedadiyê, Şedadê û heta navçeya Deşîşe dest pê kir.
Hêzê qedexeya giştî ferz kir û dikan û sûk hatin girtin.
20’ê Çileya îsal çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê kir.
Ji wê demê ve Hêzên Asayîşê û QSD’ê operasyonan li dijî şaneyên DAIŞ’ê li dar dixin.