Mijara agirbestê ya li Xezayê di rojevê de ye

Mijara agirbesta li Xezayê di rojeva Cîhanê de ye.
Serokê Filistînê û Şêxê Qatarê li ser mijarê hevdîtin pêk anîn.
Cezayîrê jî derbarê mijarê de pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya NY kir.
Îngilistanê jî ji bo naskirina dewleta Filistînê du şert danî.

Mijara agirbestê ya li Xezayê di rojeva cîhanê de ye û li ser vê yekê hevdîtin dewam dikin.

Ebas û El Sanî li ser agirbestê hevdîtin kirin

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas û Şêxê Qatarê Temîm El Sanî têkildarî mijara agirbestê ya li Xezayê hevdîtin pêk anîn.

Yek ji rayedarên Rêxistina Rizgariya Filistînê Hisên El Şêx ragihand ku di nava 48 seetên dawiyê de Ebas û El Sanî du caran bi telefonê hevdîtin pêk anîne.

Hat ragihandin her du lîderan êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê û hewldanên navnetewî yên ji bo rawestandina şer û li gorî hiqûqa navnetewî avakirina dewleta Filistînê niqaş kirine.

Cezayîr û Hemasê li ser rewşa Xezayê hevdîtin pêk anîn

Serokê Meclisa Gel ya Cezayîrê Salih Kocîl û rêveberê Hemasê Basim Neîm têkildarî rewşa Xezayê hevdîtin pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya meclisê ya Cezayîrê Salih Kocîl bi Basim Neîm ku ji bo 5 rojan serdana Cezayîrê kiriye û nûnerê Hemasê yê Cezayîrê re hevdîtin kiriye.

Di hevdîtinê Kocîl êrişên Îsraîlê şermezar kir û diyar kir li dijî Filistîniyan sûc dike.

Her wiha diyar kir Cezayîr li cem gelê Filistînê ye û piştgiriya avabûna dewleta Filistînê ya ku paytexta wê Qudse dike.

Cezayîrê ji bo agirbestê pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir

Li aliyê din Cezayîrê ji bo pêk anîna agirbesteke li Xezayê pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Hat ragihandin di pêşnûmeyê de ku li endamên Konseya Ewlekariyê hatiye belavkirin,daxwaza agirbesteke mirovî, gelek daxwazên din tê kirin.

Îngilistanê ji bo naskirina dewleta Filistînê du şert danî

Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê David Cameron jî diyar kir avakirina dewleta Filistînê ji bo aştî û ewlekariya herêmê şert e.

Cameron ku di dema serdana xwe ya li Libnanê de ji AP re axivî, ji bo naskirina dewleta Filistînê jî du şert danî û wiha got,

“Piştî pêkanîna agirbestê ya li Xezayê û bi dawîkirina hebûna Hemasê em bêyî ku li benda encamên çareseriya du dewletî bimînin em ê dewleta Filistînê nas bikin.”

Amerîka wê daneyan li ser 4 şêniyên Îsraîlî yên li Şerîa Rojava pêk bîne

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî bîryarnameya ferzkirina daneyên darayî û seyranê ya li ser şêniyên Îsraîlî yên li Şerîa Rojava ku li dijî Filistîniyan êriş pêk anîne îmze kir.

Biden di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de dibêje,

“Ji bo aramî û ewlekariya Şerîa Rojava xirab nebe me ev gav avêt û çalakiyên tundiyê yên li dijî Filistîniyên li wê herêmê nayên qebûl kirin.”

Li gorî rayedarên Amerîkî destpêkê wê dane 4 kesan bên ferzkirin.

Artêşa Îsraîlê berê xwe daye tûnelên Hemasê

Back to top button