Komxebata Jinan a li ser asta Rojhilata Navîn bi dirûşma ‘Em bi hêz û hevgirtina jin parçekirin û qirkirina gelan a Lozanê têk bibin’ li Hesekê hate lidarxistin.
Di komxebatê de 4 mijarên sereke hatin nîqaşkirin.
Mijara yekemîn a bi navê “Rastiyên Dîrokî yên qirkiran” ji aliyê akademisyen û mamosteya zanîngeha Bexdayê Fereh Sabir ve hate şîrovekirin.
Mijara 2’emîn ya bi navê “Destwerdanên biyanî yên li erdnîgariya Rojhilata Navîn ên piştî sala 1850’î” ji aliyê edîtora rojnamegerjiyê Ehram û mamosteya rojnamegeriyê li Misirê Seher Ebdurehman ve hat birêvebirin
Mijara 3 û 4’emîn ên bi navê pergala qirkirinê ya li Mezopotamyayê û rola jinan di pêşxistina cîrantiya baş de hatin nîqaşkirin û şîrovekirin,
Di komxebatê de hevseroka PYD’ê Asya Abdullah axivî û got:
“Têkoşîna jinan a di dirêjahiya dîrokê de bû sedem ku em îro li vir civiyane.”
Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.