Meclisa jinan dest bi hemleya xwe kir-semînerek têkildarî tundiyê li dar xist

Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê dest bi hemleya xwe kir û di wê çarçoveyê de semînerek têkildarî tundiya malbatî li dar xist.

Semîner li bajarokê El-Kesra yê rojavayê Dêrazorê li dar ket.

Endamên Meclisa Herêma Rojava, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê tevlî bûn.

Di semînerê de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Muna El-Hemadî axivî û behsa sedemên tundiyê, cureyên wê û encamên wê kir.

Cîgira Meclisa Jinan jî a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Huda El-Xalidî jî têkildarî metirsiyên tundiya malbatî û bandorên wê li ser jiyana malbat û zarokan axivî.

Dawiya semînerê beşdaran li hev kir ku pêwîste ji vê cureya tundiyê xilas bibin.

Ji bo wê, bernameyên perwerdeyê ji bo malbatên tundkarî, yên ji ber tundiyê zirar li wan bûne perwerde bikin û tev li civakê bikin.

Her wiha bi hevkariya komîteyên cuda yên Rêveberiya Xweser lidarxistina panelan zêdetir bikin.

Girîngî bidin rola jinan li herêmê û broşûrên têkildarî hişyariyê li hember tundiya malbatî û jinan, belav bikin.

Tiba Edlî: Her du xwişkên li Tirbespiyê hatine kuştin

Back to top button