Mizgîn Hesen: Di civaka Sûriyê de jin û zarok herî zêde bûne mexdûrên şer

Di şer û aloziya Sûriyê de yên ku herî zêde bûne mexdûr jin û zarok in. Rêvebera Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê Mizgîn Hesen têkildarî mijarê got, “Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk jî bû sedem ku jin bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîmin”

Di şer û aloziya ku ev zêdetirî deh sal in li Sûriyê berdewam dike de herî zêde jin û zarok bi bandor dibin û zirarê dibînin.

Ev alozî di hundirê xwe de çiqas kûr dibe, ewqas tundî, destdirêjî û kuştina jinan zêdetir dibe.

Li herêmên dagirkirî jin rastî kiryarên herî hovane tên.

Têkildarî mijarê, Rêvebera Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê Mizgîn Hesen nirxand kir.

Êriş û Dagirkeriya dewleta Tirk bû sedem ku jin bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînin

Mizgîn da zanîn ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bû sedema ku jin bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînin.

Mizgîn Hesen bandora rewşa şer û êrişan li ser zarokan jî anî ziman û dibêje: Rewşên heyî bandora xwe li ser zarokan jî dike kêmbûna derfetên herî hêsan dihêle ew zarok kîn û nefret li hember jiyanê pê re bi pêş bikeve û berê xwe bide tiştên nebaş.

Em weke Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan bang li her kesê dikin ku bibin yek dest li hemberî êrişên dewleta Tirk da ku rewşeke bi aram li Sûriyê çêbibe, maf û jiyana wan bê misogerkirin.

Back to top button