Feleknas Uca: Dewleta Tirk Êzdiyan dikuje

Parlementera HDP’ê ya Batmanê Feleknas Uca doh li Meclisa Tirkiyê nerazîbûn nîşanî êrişên li dijî Şengalê da. Uca eşkere ji wezîrê karê derve Mevlût Çavuşoglu re got; “Hûn êzdiyan dikujin.” 

Doh li Meclisa Tirkiyê hevdîtina erêkirina budceya wezareta karê derve hebû.

Li ser navê HDP’ê Parlementera Batmanê Feleknas Uca axivî.

Feleknas di axaftina xwe de bi bîr xist ku dewleta Tirk demên dawî êrişên xwe li dijî Şengal û civaka Êzdî zêde kirine.

Li ser vê yekê, wezîrê Tirk îdîa kir ku ew ji Êzdiyan hez dikin.

Parlementer Feleknas Uca bi van gotinan nerazîbûn nîşanî Çavuşolgu da:

Êz ê tenê du gotinan ji we re bêjim;

We îdîa kir ku hûn ji Êzidiyan hez dikin.

Lê hûn Şengalê bombebaran dikin.

Ez eşkere ji we re dibêjim, hûn Êzdiyan dikujin.

Back to top button