Tiba Edlî: Her du xwişkên li Tirbespiyê hatine kuştin

Duh li navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo du xwişkên hev jiyana xwe ji dest dabûn.
Piştî lêpirsînê diyar bû ku her du xwişk hatine kuştin, li ser vê yekê Kongra STAR daxuyanî da û xwest ku cezayên giran li kujeran bê birîn.

Navên her du xwişkan Asya Îbrahîm Hisên 16 û Emîne Îbrahîm Hisên 18 ne.

Cenazeyên her du xwişkan rakiribûn navendeke Heyva Sor a Kurd a li navçeyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Dozgeriya Giştî ya navçeyê dest bi lêpirsînkirina bûyerê kirin.

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Tiba Edlî, her du xwişk hatine kuştin, ne jiyana xwe ji dest dane.

Hêzên Ewlekariyê heta niha têkildarî mijarê tu daxuyaniyên fermî nedane.

Kongra Star a Tirbespiyê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û bang li aliyên pewendîdar kir ku kujeran bigrin û cezayên giran li wan bibre

Kongra STAR got: “Em ê li hember siyasetên ku kuştina jinan, têkoşînê mezin bikin.”

Back to top button