NY: Hêzên Piştevaniya Lezgîn 87 kes li Darforê kuştin

Li parêzgeha Darforê komkujiyek li ser destê Hêzên Piştevaniya Lezgîn pêk hatiye. Li Qahîrayê jî, îro lûtkeya welatên cîranên Sûdanê bi encamnameyekê bi dawî bû.

Navenda Mafên Mirovan a NY ragihand, 87 kes li Sûdanê li ser destê Hêzên Piştevaniya Lezgîn hatine kuştin û di goreke komî de hatine veşartin.

Komîserê bilind ê NY Volker Turk bi daxuyaniyekê diyar kir, kesên hatin kuştin ji hêla Mesalît a li herêma Darfor in.

Volker Turk teqez kir ku wan agahiyên pişrast di vê derbarê de bidest xistine û bi tundî kuştina sivîlan şermezar kir û banga hesabpirsîna ji sûcdaran kir.

Li gorî NY, piştî kuştina waliyê Darforê Xemîs Ebû Bekir li ser destê Hêzên piştevaniya lezgîn, di navbera 13-21 Tîrmehê de, ev komkujî pêk hatiye.

Lûtkeya cîranên Sûdanê bi dawî bû

Di warê siyasî de, îro lûtkeya dewletên cîranên Sûdanê, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Serokê Misirê Ebdul-Fetah Sîsî ku daxuyanî xwend, banga rêzgirtina serweriya Sûdanê kir û hişyariya destwerdana di karûbarê wê de kir.

Sîsî teqezî li ser destpêkirina pêvajoyeke diyaloga giştî ya li gorî hêviyên gelê Sûdanê û avakirina mekanîzmeyeke wezarî taybet bi aloziya Sûdanê ku civîna wê ya yekem li Tchadê be.

Sîsî plana Misirê ya ji bo bidawîkirina şer eşkere kir

Ebdul-Fetah Sîsî plana Misirê ya ji bo bidawîkirina şerê li Sûdanê eşkere kir.

Li gorî plana Misirê jî;

-Şer tê bidawîkirin..

-Danûstandin ji bo pêkanîna çereseriyeke mayînde tên destpêkirin.

-Vekirina rêyên ewle ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî.

-Destpêkirina diyalogeke giştî di navbera aliyên şer û yên siyasî yên sivîl, ji bo destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya li gorî hêviyên gelê Sûdanê.

Serokê Misirê, mekanîzmeya pêkanîna plana xwe eşkere nekir.

Dawiya daxuyaniyê, Sîsî bang li civaka navdewletî kir ku sozên xwe yên destekdayîna dewletên cîranên Sûdanê ku herî zêde bi şerê li wî welatî bandor bûne, pêk bînin.

15 Nîsana borî, li Sûdanê di navbera Artêşa Sûdanî û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şer dest pê kir.

Di encamê de, bêtirî 1000 kes hatine kuştin û nêzî 3 milyonan jî koçî welatên cîran kiriye.

Back to top button