Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bênavber dewam dikin.
Îro Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê û navçeya Til Rifet topbaran kirin û di encama topbaranê de agir bi zeviyan ket.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma di navbera gundên Ziyaret, Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawayê ya Efrînê de topbaran kirin.
Di encama topbaranê de, zeviyên şêniyan şewitîn.
Piştî Şêrewayê artêşa Tirk û çeteyên wê naveçya Til Rifetê ya Şehbayê jî topbaran kirin.