Çînê 10 leşkerên Hindistanê serbest berdan

Rojnameya Hindu ya Hindistanî ragihand ku desthilatên Çînê, 10 leşkerên artêşa Hindistanê, ku di şerê dawî yê di navbera herdu welatan de dîl girtibûn, serbest berdan.

Çavkaniyek ji ewlekariya Hindistanê diyar kir ku, berdana van leşkeran, piştî danûstandinên di navbera her du welatan de pêk hat û teqez kir ku rewşa hemû leşkeran baş e.

Şerê di navbera Çîn û Hindistanê de, li devera Ladax a sînor de pêk hatibû û artêşa Hindistanê ragihandibû ku 20 leşkerên wan hatin kuştin.

Li gorî ajansa ANI ya nûçeyan a Hindistanê, 43 leşkerên Çînê jî di vî şerî de hatine kuştin û rewşa hin birîndaran giran e.

Ji ber nakokiyên wan li ser deverên sînor hene, taybet li Himalayayê, 1962’an, şerek di navbera Çîn û Hindistanê de qewimî û 2017’an jî herdu aliyan 72 rojan şerê hev kirin.

Back to top button