Misir û Yûnanistanê li ser xurtkirina hevkariyê li hev kir

Serokê Misirê û Wezîrê Derve yê Yûnanistanê, teqezî li ser têkiliyên dualî û hevkariya hevbeş a di navbera herdu welatan de kir..

Duh, Wezîrê Derve yê Yûnanistanê, Nîkos Dendiyas, serdana Misirê kir û bi Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî re civiya.

Di civînê de, destwerdana Tirkiyê di xaka Lîbyayê û binpêkirinên Tirkiyê yên li Deryaya Spî hatin nîqaşkirin.

Herdu aliyan teqez kir ku “Foruma Gaza herêma Rojhilatê Deryaya Spî, wê rê li ber hevkariyê di navbera welatên herêmê de veke, taybet di warê enerjî û gazê de”.

Nîkos Dendiyas jî piştgiriya xwe bi “Insiyatîfa Qahîrayê” ya ji bo çareserkirina aloziya Lîbayayê, anî ziman.

Ev serdan piştî îmzekirina lihevkirina sînorên deryayî ya di navbera Yûnanistan û Îtalyayê de bi hefteyekê pêk hat.

Back to top button