Mehmet Zekî Tanguner: ÎHD wê binpêkirinên li dijî meşa HDP’ê bike rapor

Endamê Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner, diyar kir ku wê binpêkirinên ku di çalakiya “Meşa Demokrasiyê” ya HDP’ê de derketin, bikin rapor. Parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç û Tulay Hatîmogûllari jî diyar kirin ku armanca bernameya siyasî ya HDP’ê, avakirina komareke demokratîk û destûra bingehîn a azadîparêz e.

Endamê Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner anî ziman ku HDP’ê li dijî binpêkirina mafan, ji Edîrne û Colemêrgê ber bi Enqereyê ve meşa demokrasiyê daye destpêkirin.

Tanguner got:

“Di meşa HDP’ê de, li gelek bajaran mafên mirovan hat binpêkirin. Ev bi serê xwe binpêkirina mafên siyasetê ye.”

Tanguner, da zanîn ku ew ê hemû geşedanên ku di meşê de pêş ketin û binpêkirinên mafan kom bikin û bikin rapor. Piştre wê bi raya giştî re parve bikin.

Parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç û Tulay Hatîmogûllari jî ku di nava baskê Colemêrgê yê ‘Meşa Demokrasiyê’ de ne, armanca çalakiya xwe vegotin.

Parlamenteran anî ziman:

“Di demekê de ku bêhn li gelan, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl hatiye çikandin, meşa wan wê bibe bêhnek ji wan re.”

Parlamenteran diyar kirin ku armanca bernameya siyasî ya HDP’ê, avakirina komareke demokratîk û destûra bingehîn a azadîparêz e.

Parlamenteran her wiha bal kişandin ser zexta hêzên dewletê ya li dijî meşa wan û gotin:

“Polîs li her kolanan bi cih bûne, lê tevî vê yekê jî gelê me, li her bajarî ji bo xwe bigihîne me, gelekî hewl da.”

Koçyîgît: HDP ji bo vî welatî garantiya aştî û yekîtiyê ye

Wekîla HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî ku cihê xwe di çalakiyê Baskê Colemêrgê de girtiye têkildarî zextên li ser HDP’ê ev tişt got:

“HDP garantiya yekîtî û aştiya li vî welatî ye. Eger li vî welatî tiştekî bi navê yekîtî, azadî û demokrasiyê hebe, ev yek bi saya HDP’ê, gel û hêzên demokratîk e.”

Back to top button