Li Wanê tecrîda li dijî Rêber Apo hate şermezarkirin

Xelkê Wanê bi çalakiyeke tecrîd şermezar kirin û gotin: Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û em vê tecrîdê qebûl nakin.
Çalakgeran bang kirin ku tecrîda li dijî Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê divê demildest were rakirin.

Pergala êşkence û tecrîda girankirî a li dijî Rêber Apo bi dijwarî dewam dike.

Her wiha li dijî Rêber Apo nameyên gefxwarinêjî tên şandin.

Lewra fikarên gel yên derbarê rewşa Rêber Apo û jiyanî wî de zêdetir dibe.

Di vê çarçoveyê de xelkê bajarê Wanê yê bakûrê Kurdistanê ji bo şermezarkirina tecrîdê li hev civiyan.

Çalakî bi pêşengtiya Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de têkildarî mijarê ji aliyê Sekreterê TUHAY-DER’a Wanê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin:

Xelkê Wanê: Em tecrîdê qebûl nakin û divê demildest were rakirin

Ev bû 28 meh ku tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayên girtin.

Nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û em vê tecrîdê qebûl nakin. ”

Çalakgeran bang li rayedar, sazî û rêxistinên pêywendîdar hate kirin ku tecrîda li dijî Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê were rakirin

Di dewamê daxuyaniyê de her wiha îşaret bi sûc û binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê jî hate kirin.

Emîn Şeker rewşa girtiyên nexweş û mirinên li girtîgehan bibîrxist û ev bang kir:

Berpirsyarê mirinên li girtîgehan Wezareta Edaletê û rêveberiya girtîgehê ye.

Binpêkirinên li girtîgehan êdî di lûtkeyê de ne. Divê ev binpêkirin tavilê bi dawî bibin.”

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Dijî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Zurîhê çalakî hat lidarxistin

Back to top button