Li Başûrê Kurdistanê gefên li dijî Rêber Apo hat şermezarkirin

Li Silêmaniyê û Germiyanê ya başûrê Kurdistanê jî têkîldarî tecrîd û gefa li dijî Rêber Apo daxuyanî hatin dayîn.

Bi armanca şikandina gef û tecrîda li dijî Rêber Apo li Silêmaniyê çalakiyek girseyî hat li darxistin.

Di çalakiyê de ji aliyê Endamê Komîteya Azadiya Ocalan Şalaw Mahmûd ve daxuyaniya komîteyê hate xwendin

Di daxuyaniyê de hat gotin ku kiryarên AKP-MHP’ê yên li dijî Rêber Apo pêktînin, nîşaneya dijmintiya wan ya herî mezin û berçav a gelê Kurde.

Hate diyarkirin ku bi tecrîdkirin û bêdengkirina Rêber Apo ve dixwazin gelê Kurd bêdeng û tecrîd bikin.

Di dawiyê de wek Komîteya Azadiya Ocalan soz hat dayîn ku heya dawî li dijî faşîzmê têbikoşin û erka xwe ya exlaqî, netewî û mirovahî rabin.

Li ser heman mijarê şaxê Herêma Germiyan ya Tevgera Azadî jî daxuyaniyek da.

Hevserokê Tevgera Azadî ya Herêma Germiyanê Herêm Mehmûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin û dan zanîn ku tecrîd û zextên li dijî Rêber Apo tecrîda li ser hemû gelên heremê ye.

Back to top button