Riyad Derar: Lihevkirina muxalefeta Sûriye dê kirîzê çareser bike

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku belgeya bê ya ku tê payîn bi Heyet El Tensîq El Wetaniye re li ser li hev bikin, dê doza Kurd û nêrîneke hevbeş têkildarî têgeha nenavendîbûnê dest bigire.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Heyet El Tensîq El Wetaniye ya Hêzên Guhartina Demokratîk di 24′ê Hezîranê de belgeyeke rêkeftinê îmze kir.

Belge ji 5 rêgezan pêk tê û tê de nêrîna her du aliyan ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê heye.

Riyad Derar têkildarî mijarê axivî:

“Heyet El Tensîq El Wetaniye formeke yekemîn der barê xalên ku li ser difirkire pêşkêş kir, dê MSD′ê jî belgeyek nû ku wê formê temam dike pêşkêş bike.

Li gorî Derar, wê forma nû de têgeha kurd û mijara artêşa Sûriyeyê û tevkirina QSD’ê di nava artêşê de bi berfireh were nîqaşkirin.

Riyad Derar herî dawî ew anîn ziman:

“Lihevkirina muxalefeta Sûriyeyê li ser nêrîneke hevbeş dikare li hember rejîmê bisekine. Ji ber ku rejîm dê li pêşiya xwe hêzeke muxaleftê ya xwedî bandor bibîne.”

Back to top button