Ji Scholz bo aliyev hişyariya yekparçebûna xaka Ermenîstanê

Piştî êrişa dawî ya Azerbeycanê li herêma Qerebax a Çiyayî, welatên Rojavayî ji rewşa Ermenîstanê bifikarin.
Serokwezîrê Almanya Scholz li ser mijarê bi Serokomarê Azerbeycanê Aliyev re axivî.
Scholz îşaret bi yekparçebûna xaka Ermenîstanê kir û jê xwest ku danûstandinên li gel YE qut neke.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz beriya civîna aştiyê ya di navbera Azerbeycan û Ermenîstanê de hatî pilankirin pêk were, bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re peywendiyek telefonî pêk hanî.

Olaf Scholz bal kişand ser girîngiya danûstandinên ji bo aştiya daîmî û bang li Azerbaycanê kir ku xwe ji îdiaya li ser axa Ermenistanê dûr bixe.

Scholz diyar kir ku ew piştgiriyê didin hewldanên Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel ku bi beşdariya Fransa û Almanyayê her du welatan li ser maseyê bicivîne û got;

Divê danûstandin neyên rawestandin.

Berdevka hikûmetê Christiane Hoffmann piştî axaftina Scholz a bi telefonê ya bi Aliyev re daxuyaniyek da.

Berdevk bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Almanyayê bi prensîba yekparçeyiya axa herdu dewletan ve girêdayî ye û daxuyakirin ku zelalbûna rewş û geşedanên li Qerebaxê pir girîng e.

Di hat plankirin ku di çarçoveya Civîna Bilind a Civaka Siyasî ya Ewropayê ya ku îro tê lidarxistin de, navbera Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Serokê Konseya YEyê Charles Michel, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron de civînek pêk were.

Ajansa Nûçeyan a Azerî (APA) doh di nûçeya xwe de ragihandibû ku Aliyev xwestiye Tirkiye beşdarî civîna li Granada Spanya bibe, lê dema ku ev daxwaz ji aliyê Almanya û Fransayê ve hat redkirin, wî beşdarbûna civînê betal kir.

“Îsraîlê di êrişa Azeriyan ya li ser qerebaxê de çek dane bakûyê”

Li aliyekî din, ajansa Associated Press ku nûçeya xwe dispêre, daneyên şopandina balafiran û dîplomatên Ermenî tê gotin, ji Îsraîlê çek bû Azerbeycanê hatine şandin.

Bi vê yekê re derket holê ku di êrişa 19’ê Îlonê ya Bakûyê li dijî Qerebaxa Çiyayî pêk anî de, Îsraîlê piştevaniya Azerbeycanê kiriye.

Li gorî daneyên şopandina firînê, di despêka Îlonê de, balafira barhilgir a Azerbeycanê ji balafirgeha herî mezin a Îsarîlê ku li Ovda ya başûrê welat dikeve, çek veguhestine welat.

Back to top button