HPG: Li geverê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Geverê li dijî leşkerên dewleta tirk a dagirker çalakiyek kirin û 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir.

Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar, 8’ê Gulanê gerilayan li dijî erebeyekî leşkerî ya dewleta tirk ku ber bi Qereqola Zerinê ya Geverê ve diçû, çalakiyek kirin.

Di encamê de erebe hat teqandin û fermandarek di nav de, 4 leşker hatin kuştin.

Îro balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Sîda ya Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin.

HPG’ê dazanîn ku di vê êrîşê de tiştek bi hêzên gerîla ne hatiye.

Back to top button