Li Xezayê rojane hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe

Bajarê Xezayê ku navenda şerê Hemas û Îsraîlê ye roj bi roj wêran dibe û hejmara kuştî û birîndaran her diçe zêde dibe.
Di şer û êrişan de bi dehan kesên din hatin kuştin û birîndar bûn.
Heta niha hejmara kuştiyan nêzî 29 hezar 500 û ya birîndaran jî nêzî 70 hezarî buye.

Bajarê Xeza yê Filistînê ji ber şer û êrişan rojane wêran dibe û hejmara kuştî û birîndaran her diçe zêde dibe.

Ji duh ve şer û êrişên giran li bajar qewimîn.

Di êrişên Îsraîlê de 40 kesên din hatin kuştin

Hat ragihandin ji ber êrişên artêşa Îsraîlê hejmareke zêde kes mirin û birîndar bûn.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Filistînê balafirên Îsraîlê 4 avahiyên li herêma Deyr el Belah bombebarankirin.

Hate diyar kirin di êrişê de 40 kes hatin kuştin û 100 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê ya li kampa Cenîn de kesek hate kuştin 15 jî birîndar bûn

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ragihand di êrişa Îsraîlê ya li dijî wesayîteke li kampa Cenîn ya li Şerîa Rojava de kesek hate kuştin 15 kes jî birîndar bûn.

Her wiha wezaretê diyar kir hêzên Îsraîlê careke din bi ser nexweşxaneya Nasir de girtin ku demek berê jê vekişiyabûn.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hêzên Îsraîlê bi 4 wesayîtên ku leşker tê de bûn bi ser nexweşxaneyê de girtin.

Hêzên Îsraîlê mala Yaser Erefat ya li Xezayê hilweşandin

Hêzên Îsraîlê duh mala serokê Filistînê yê berê Yaser Erefat ya li Xezayê hilweşandin.

Wezareta Çandê ya Filistînê derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got,

“Hilweşandina mala Yaser Erefat ya li Xezayê berdewama şerê Îsraîlê ye ku her tiştî tune dike. Têkoşîna Yaser Erefat ji bo gelê me sembol û rûmet e.”

Hemas: Me bi top û moşekan êrişî hêzên Îsraîlê kir

Baskê leşkerî yê Hemasê jî ragihand ku wan li başûr û bakurê Xezayê êrişî leşker û maşîneyên artêşa Îsraîlê kirine.

Hate diyar kirin bi top û moşekan li hêzên Îsraîlê hatiye xistin û tankek jî hatiye rûxandin.

Her wiha hate diyar kirin li herêma Xan Yunus jî li wesayetîke leşkerî ya Îsraîlê hatiye xistin û hin leşkerên tê de mirine û birîndar bûne.

Hate ragihandin li taxeke Xan Yunus jî leşkerekî Îsraîlê hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê: Moşeka ku ji Behra Sor ber xaka Îsraîlê ve dihat hat rûxandin

Li aliyê din Artêşa Îsraîlê ragihand, moşekek balîstîk ku ji Behra Sor ber bi xaka Îsraîlê ve dihat hate rûxandin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir moşeka balîstîk derveyî qada ezmanî ya Îsraîlê hatiye rûxandin û got,

“Bi destpêkirina şerê li Xezayê re cara 7’emîne ku sîstema parastinê ya Hetz operasyona deswerdanê dike.”

Şandeya Hemasê li Misirê hevdîtin pêk anîn

Back to top button