HRE: Li xeta Bab û Marê hêzên me 2 dagirker kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê di çarçoveya bersivdayîna êrîşan de li Bab û Marê 2 çalakiyên cûda pêk anîn.
Di çalakiya sekvanî ya Marê de çeteyek di çalakiya taybet a xeta Babê de jî leşkerek dagirkeriya tirk hate kuştin.

Di daxuyaniya ku Hêzên Rizgariya Efrînê parvekiriye de wiha hat gotin:

“Hêzên me di çarçoveya bersivdanê de di 17ê Sibatê 2 çalaki li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de:

Di roja 17ê Sibatê de hêzên me li xeta Merê çalakiyek Sekvanî dijî çeteyên dagirker pêk anin.

Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.

Dîsa di heman rojê de li xeta Babê hember baregeha dagirkeriya tirk a Ebû Zêdan çalakiyek taybet hat li darxistin.

Di encama vê çalakiyê de jî leşkerekTirk ê dagirker hat kuştin.

Back to top button