Pyongyang daxwaza Waşîngton ya wergirtina leşkerê xwe bêbersiv dihêle

Leşkerekî Amerîka bê destûr, derbasî xaka Koreya Bakur bûbû.
Niha jî rêveberiya Waşîngton hewil dide leşkerê xwe vegerîne.
Wezareta Karê Derve ya Amerîka ragihand ku Koreya Bakur daxwaza wan a wergirtina leşkerê xwe bêbersiv dihêle.

Leşkerekî Amerîka yê li ser xaka Koreya Bakur hatî binçavkirin, Waşîngton xistiye tevgerê.

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Matthew Miller derbarê mijarê de daxuyanî da çapemeniyê û wiha got:

“Doh Wezareta Parastinê (Pentagon) hewl da xwe bigihîne hevkarên xwe yên di Artêşa Gel a Koreyayê (KPA).

Bi qasî ku min fêm kir, hewldanên ragihandinê yên li ser vegerandina leşkeran bêbersiv man.”

Miller anî ziman ku Koşka Spî, Pentagon û Wezareta Karên Derve bi hev re li ser ewlekariya leşker û vegera wî ya welêt dixebitin.

Niha Koreya Bakur bi Amerîka û Koreya Başûr re diyalogeke aktîf nake û nayê zanîn ka dê gotûbêjên li ser vê mijarê çawa bên kirin.

Fermandariya Neteweyên Yekbûyî (UNC) li Koreya Başûr doh li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku sivîlekî Amerîkî “bê destûr û bi dilxwazî” di gera geştiyarî de derbasî sînorê Koreya Bakur bûye.

Di agahiyên ku piştre derketin de hat gotin, leşkerê bi navê Travîs King ê 23 salî ku li Koreya Başûr li welatiyekî xistî, nêzî 2 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

10’ê Tîrmehê King hatiye berdan û ji bo cezayê dîsîplînê dîsa şandiye baregeha leşkerî ya Fort Bliss a Teksasê.

Hat ragihandin King bi hinceta li balafirgeha ku bi leşkeran re pasaporta xwe winda kiriye vegeriya.

Nayê zanîn King çawa beşdarî koma geştiyaran a li herêma bêçekbûyî ya navbera herdu Koreyan bûye.

Koreya Bakur leşkerîekî DYA binçav kir

Back to top button