Li dijî zetên PDK’ê greva birçîbûnê ya Dag û Er 64 roj in didome

Malbatên Dag û Er ji bo agahî ji zarokên xwe ên di destê PDK’ê de girtîne bigrin ev çend roj in li Hewlerê ne.
Divê çarçoveyê de Partiyên siyasî yên li Başûr bi armanca piştgriyê serdana malbatan dikin.
Îro jî Rêveber û endamên Polîtbûroya Yekitiya Netewî ya Demokratîk a Gelê serdana nalbatên Dag û Er kirin.
Şandeyê di hevdîtinê de piştgiriya xwe ji daxwazên malbat û girtiyan re nîşandan.

64 roj in Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li dijî zext, êşkenceya PDK’ê ya di girtîgeha Hewlêrê de, di greva birçîbûnê de ne.

Ji ber xirabiya rewşa Dag û Er û gefên li ser wan, malbatên wan ji bo ji nêz ve ji rewşa zarokên xwe agahdar bibin, beriya çend rojan hatin Başûrê Kurdistanê.

Malbatên Dag û Er bi armanca wergirtina piştgiriyê, serdanê didomînin.

Partiyên siyasî serdana malbata Dag û Er kirin

Her wiha partiyên siyasî jî bi armanca piştgiriyê li Hewlêrê serdana herdu malbatan dikin.

Divê çarçoveyê de îro Rêveber û endamên Polîtbûroya Yekitiya Netewî ya Demokratîk a Gelê serdana malbatan kirin

Şandeyê li nûnertiya HDP’ê ya Hewlerê li gel malbata Dag û Er hevdîtin pêkanîn.

Di hevdîtinê de piştgiriya xwe ji daxwazên malbat û girtiyan re nîşandan.

“Rewşa wan a tenduristiyê ber bi xirabûnê ve diçe”

Di dema serdanê de Dayîka Mazlûm Dag, Qudret Dag axivî û bibîrxist rewşa kurê wê di girtîgehê de gelek xirab e.

Piştre Dayîka Abdurahman Er, Fatma Er jî axivî û wiha got: Jiyana wan di metirsiyê de ye. Wekî ku terorîst bin wisan nêz dibin.

Pêwîst e daxwazên wan werin bicihanîn.”

Şandeya Tevgera Goran: Divê daxwazên Er û Dag bên bicihanîn

Back to top button